Kurdistan Tribunal Danezana Damezrandinê

Hemwelatîyên birêz,
Gelê bi rûmet ê Rojhelatê Kurdistanê

Em xwe bextewer dizanîn, ku îro di çil û yekemîn salvegera “fetwa”ya Xumeynî ya bi mebesta jenosîda gelê Kurdistanê de, damezrandina “Kurdistan Tribunal (Dadgeha Kurdistanê) rabigehînîn.

Rejîma Komara Îslamî Ya Îranê, bi dirêjîya temenê negrîsê xwe yê çi û yek salî, di bin navê “wilayeta feqîh”a îslama şîe û hinardekrina şorişa îslmî bo derve, jibilî malwêranî, komelkujî, îdam û teror û herwiha pêşêlkirina azadîyên seretayî û zehîkirina samanên giştî, ti destkeftek bo gelên Îranê nehînaye.

Di astê navneteweyî de, bi siyaseta hinardekirina şorişa îslamî, Komara Îslamî ya Îranê li hemî welatên îslamî, bi taybet yên Rojhelata Navîn, desttêwerdanê diket û bûye metirsî liser asayiş û ewlehîya cîhanê.

Di astê Kurdistanê de, Komara Îslamîya Îranê, bi sepandina siyaseta yek ziman, yek netewe û yek ala û bi behaneya parastina yekparçeyîya axa Îranê, sînorên mirovatîyê bezandîne û hemî awayên tawanan liser neteweyê kurd li Rojhelatê diceribînit.

Her di destpêka damezrandina Komara Îslamî de, Xumeynî di 18ê tebaxa 1979:an de lidijî gelê kurd fetwaya cîhadê ragehand û fetwaya Xumeynî bû destpêkek bo hêrişeka heralî liser gund û bajarên Kurdistanê û peyrewkirina siyaseta qirkirin, darvekirin û terora bi hezaran sivîlên kurd, ku heta niha jî berdewam e. Di nav sê salên destpêkî yên vê hêrişê de 313 şênîyên gundan ku piranî jin û zarok û pîr û nivîşkan bûn bi awayekê dirrindande hatine komelkuj kirin û 38 gund hatin kavil kirin.

Jibilî van komelkujîyan, rejîma Îranê tenê bi tawana kurdbûnê heta niha zêdeyî 2504 ciwan li sêdarê dane, ku gelek ji wan di bin jîyê 18 salîyê de bûn. Herwiha, rejîmê zêdeyî 449 kesan li nav û li derveyî welatî bi terorê kuştîne.  

Siyaseta serkutê li Kurdistanê xwedîyê çend rehendan bûye, ku birîtî ne ji alîyê aborî, kulturî, civakî û sîyasî. Li ser sînorên Rojhelatê her roj ciwanên kurd ên kolber bi guleyên çekdarên rejîmê dihêne kuştin û tenê di sala 2019:an de zêdetirî 70 kolberên kurd bi teqekirina rasterasta hêzên îranî liser sînoran canê xwe ji dest dane.

Reftara dewleta Îranê diyar diket ku bi niyet e neteweyê kurd bi awayekê sîstematîk ji nav bibet û bipêşivit. Ji lewre û bi mebesta rûbirûbûneka hiqûqî lidijî van hewlên sîstematîk ên Komara Îslamî ya Îranê, navenda “Kurdistan Tribunal”, ango Dadgeha Kurdistanê wekî pêdivîyeka dîrokî dihête damezrandin.

Hemwelatîyên hêja,

“Kurdistan Tribunal” dadgeheka neteweyî ye, ku bi alîkarîya meqdûrên ku zindî mane, malbatên meqdûr û qurbanîyan, pişgirîya hindek hiqûqnas û dadweran, û herwiha çalakên siyasî û medenî yên kurd û bîyanî, bi alîkarîya rêxistina “Dîasporaya Kurd” û di bin serdêrîya hiqûqî ya “Rêxistina Cîhanîya Kurd” de bi mebesta pêkanîna dadgehekî bo peygirîya tawanên Komara Îslamî li Rojhelatê Kurdistanê dihête damezrandin.

Ev dadgeha dê xebatên xwe liser sê tewerên jenosîd, tawanên dij-mirovî û tawanên şer bide meşandin.

“Kurdistan Tribunal” dadgeheka girseyî û serbixwe ye û dê karên hiqûqî yên xwe liser bingehê dadgeha gel û ligor pîvanên hiqûqa navneteweyî bi rêka komîsyonên vekolîn û dadweran bi rêve bibet. Armanca serekî ji pêkanîna “Kurdistan Tribunal”ê vekolîn liser cinayetên Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya mehkemekirin û veguhastina biryara dawî ya dadgehê bo raya giştî û herwiha pêdagirîya van cinayetan di astê navneteweyî de ye.

Di vê peywendîyê de bo bipêşvebirina karûbarên dadgehê, em destê hevkarîyê bo hemî takên kurd, malbatên qurbanî û meqdûrên rêxistinên sîyasî û medenî dirêj dikîn bo komkirin û tomarkrina belgeyên tawanên Komara Îslamî ya Îranê li Kurdistanê û herwiha daxwazê li meqdûr û qurbanîyan dikîn, ku bo radestkirina gilînameyên xwe bi rêka e-mail û malbera “Kurdistan Tribunal”ê bi me re bikevin peywendîyê.

Hevniştîmanîyên birêz,

Bila em êdî rê nedîn, tawanên Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî gelê Rojhelatê Kurdistanê bihêne perdepoş kirin. Jibo ku tawanên Komara Îslamî ya Îranê yên li hemberî xelkê Rojhelatê, bo cara yekem di dîroka Kurdistanê de ligor pîverên dadwerî yên hiqûqa navneteweyî bihêne peygirî kirin, alîkarîya me bikin.

Digel rêz û spasên bêsînor!

Desteya rêveber ya “Kurdistan Tribunal”

Gelavêja 1399, Tîrmeha 2020